DI ÊRÎŞA DAIŞ’Ê LI DIYALAYÊ LEŞKEREK HÊZÊN IRAQÊ HAT KUŞTIN

Li bajarokê Mendelî yê parêzgeha Diyala ya Iraqê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Mendelî, Kemal Mistefa eşkere kir, şeva borî li gundê Neda, ku dikeve nêzîkî Mendelî, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Kemal Mistefa da zanîn, di wê êrişê de herî kêm leşkerekî Iraqî hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Berpirsê komîteya YNKê anî ziman, nayê zanîn ka çekdarên DAIŞê jî di wî şerî de hatine kuştin yan na lê hêzên artêşa Iraqê dora cihê ku şer lê qewimîbû, girtin.

Herweha duh sêşemê baregeheke milîsên şîe yên nêzîkî Îranê li parêzgeha Diyalayê bi fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi darê zorê hat girtin û tevahiya çekdarên li nav baregehê jî hatin desteserkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button