LI AMEDÊ LI DIJÎ DORPÊÇÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK HAT

Li aliyekî din gel jî li dijî dagirkirina şaredariyan bi hêrs in.
Îro li Amedê Parlamenterên HDP’ê xwestin dîsa daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê weke her car rastî dorpêça polîsan hatin.
Polisan bi ava şid êrîş bir girseyê û çend kes binçav kirin.
Li Wanê jî Polîsan meş asteng kir û Çalakiya rûniştinê dest pê kir.

Piştî erekdarkirina qeyûman, bertek û nerazabûnên gel zêde dibin.

Çalakî li Amedê îro jî hebûn.

Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP’ê xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Lê polîsan girse dorpêç kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin.

Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

http://mezopotamyaajansi14.com/kr/HEM-NCE/content/view/66588

Girse demekî bi silogana “Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkeve” meşiya û gelek esnaf û welatiyan jî piştgirî da wan.

Polisan mudaxaleyî meşê kir û 5 kes binçav kirin.

Her wiha Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê dagirkirina şaredaria Amedê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser şaredariyên ku hatine dagirkirin û kesên hatine binçavkirin.

DARBEYA 19’Ê TEBAXÊ YA LI DIJÎ VÎNA GEL
POLÎSAN MEŞA LI WANÊ ASTENG KIR Û ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DEST PÊ KIR

Li Wanê jî Wekîlên HDP’ê dema ku xwestin dagirkeriya qeyyûm şermezar bikin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Wekîlan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

DARBEYA 19’Ê TEBAXÊ YA LI DIJÎ VÎNA GEL
NÛNERÊN RÊXISTINÊN KEDÊ YÊN ÊLIHÊ LI DIJÎ QEYÛMAN BERTEK NÎŞAN DAN

Li aliyê din Nûnerên rêxistinên kedê yên Êlihê jî, bertek nîşanî erkdarkirina qeyûman dan û gotin:

Ev darbeya li dijî demokrasiyê ye û divê ev hêz bên gel hev û dengê xwe bilind bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button