BEŞAR EL-CAFERÎ: DIVÊ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ BI DAWÎ BIBE

Nûnerê rejîma Sûrî li NY diyar kir ku divê dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe û sînorek ji binpêkirinên wê re bê dayîn.

Beşar El Caferî di civîneke Konseya Ewlekariyê de li New Yorkê de axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê Sûriyê dagir kiriye, lê belê sînorê xwe jî li ber terorîstên biyanî vekiriye, da ku derbas Sûriyê bibin.

Caferî bal kişande ser piştgiriya dewleta Tirk ji komên çete re û wiha got:

Divê sînorek ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk re were dayîn.

Dewleta Tirk bi çekên giran piştgiriya komên çete yên di lîsteya terorê de ne dike.

RÛSYA: TIRKIYE HEVPEYMANA SÛTÇIYÊ BINPÊ DIKE

Ji aliyê xwe ve serokê komîteya Parastinê li Meclis Dûma ya Rûsî Viladîmir Şamanov jî diyar kir ku tevgera dewleta Tirk li Idlibê berovajî lihevkirina Sûtçiyê ye.

Şamanov tekez kir beriya niha gelek caran Tirkiyê derbarê vê yekê de hatiye agahdarkrin, lê her Tirkiyê ters tevdigere.

Duh jî serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed di hevdîtineke bi rayedarên Rûsyayê re gotibû:

Di şerê dawî yê Idlibê de, hat tekezkirin bê çawa Tirkiyê piştgiriya terorîstan dike.

Beriya wê jî wezareta derve ya rejîmê bi daxuyniyekê tekez kir ku dewleta Tirk bi riya karwênên xwe yên leşkerî piştgiriya xwe ji çeteyan re tekez dike.

Leave a Reply

Back to top button