ERDOGAN Û PÛTIN MIJARA ARMANCGIRTINA REJÎMÊ KARWANÊ TIRKIYÊ GOTÛBÊJ DIKIN

Piştî ku rejîma Sûrî karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kire armanc, Serokê rejîma AKP’ê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew ê mijara armancgirtina karwan li gel Rûsya gotûbêj bikin.

 

Serokê rejîma AKP’ê Erdogan diyar kir ku bi riya peywendiyeke telefonê ew ê mijara armancgirtina rejîma Sûrî ji karwanê wan yê leşkerî re bi Rûsyayê re gotûbêj bikin.

Têkildarî mijarê berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalîn da xuyakirin ku wan ji bo bersivdayîna armancgirtina rejîmê ji karwanê wan re Rûsya agahdar kirine.

Beriya du rojan rejîma Sûrî di çarçoveya şerê li Idlibê, karwanekî leşkerên dewleta Tirk kire armanc.

Wezareta Derve ya Rejîmê diyar kir ku ew karwan ji bo piştgiriya çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam derbasî Sûriyê bû.

 

Leave a Reply

Back to top button