Binpêkirin û kirinên der-mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên sivîlan rûdixîne û bargehên leşkerî li şûna wan ava dike.
EFRÎN- BINPÊKIRIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK MALÊN SIVÎLAN VEDIGUHÊZE BAREGEHÊN LEŞKERÎ
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku dagirkeriya Tirk li gundê Belîlko yê navçeya Racoyê malên sivîlan rûdixîne û li şûna wan baregehên leşkerî ava dike.
Çavkaniyan diyar kirin ku ev malên ku tên rûxandin yên malabat bi navê Hebeş in ku piştî Efrîn hat dagikirin, koçber bûn.
EFRÎN- REVANDIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 3 SIVÎL JI GUNDÊ QOTA REVANDIN
Li aliyekî din çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Qota yê navçeya Bilbilê sê sivîl revandin.
Navê kesên ku hatine revandin jî ev in:
Ebdulqadir Seydo 40 salî. Beşîr Mihemed Seydo 24 salî û hevjîna Beşîr Mihemed Seydo ya 20 salî .