KJAR: Em di demeke ku Şoreşa Azadiya jinên gerdûnî bû 8’ê Adarê pêşwazî dikin

Koordînasyona KJAR’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew di demeke ku şoreşa azadiya jinê gerdûnî bûye 8’ê Adarê pêşwazî dikin. KJAR’ê anî ziman ku divê ew bi 8’ê Adarê re meşaleya azadiyê bilindtir bikin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistan KJAR’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek parve kir.

KJAR’ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ku KJK’ê bi dirûşam Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ ragihandî û got: 8’ê Adarê, roja tekoşîn û serkeftina jinan a li hemberî zilma modernîta kapîtalîst, zilamsar a cîhanî ya.

KJAR’ê diyar kir ku ew di demek wiha de 8’ê Adarê pêşwazî dikin ku şoreşa azadiya jinan gerdûnî bûye.

Fedayî û pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çanda Serhildan û berxwedanê ya 8’ê Adarê, digihînin wateya herî rast.

Jin niha bi zanista civaknasî û dîroknasî, li meydanan desthilatan dixin jêr lêpirsînê de û hesab ji wan dixwazin.

Mîras û tekoşîna jinan ya sed salan, di şexsê berxwedaniya jinên Kurd bûye hêza rizgariya hemû mirovahiyê.

KJAR’ê anî ziman ku tekoşîna jinan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ku li ser bingehê felsefeya azadîxwaz pêş dikeve û her roj geştir dibe, bûye bingehê herî xurt yê avakirina ‘Netewa Demokratîk’.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye sîwanekî herî bi hêz ku hemû jin, netew, bawerî dikarin xwe li jêr vî sîwanî de bi rêxistin bikin.

KJAR: Em ê di 8’ê Adarê de têkoşîna ji bo azadiyê xurt bikin

KJAR’ê da zanîn ku pêwîste azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, navenda hemû xebatan be û wiha anî ziman:

Bi azadiya Rêber Apo re azadiya mirovahiyê misoger dibe.

Weke KJAR em ê sonda xurtkirina têkoşîn û serkeftinê bi şehîdên azadiyê re nû bikin.

Bi bilinkirina tekoşînê, wê berxwedanî û azadî teqez serkev e.

Back to top button