EFRÎN.. ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK FÎDYEYÊN GIRAN LI ŞÊNIYÊN GUNDÊ XELÎL Û ALKANA DISEPÎNIN

Revandin û xwestina fîdyeyan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li şêniyên Efrînê didome. Koma çeteyan a bi navê el-Emşat li şêniyên Gundê Xelîl û Alkana yên Şiyê fîdyeyan ferz dikin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, çeteyên el-Emşat li şêniyên bi navê Mistefa Ehmed Reşîd ê ji gundê Xelîl û Henan Şêxo yê ji gundê Alkana 500 dolar fîdye bêyî nîşandana tu sedeman sepandin.

Hat zanîn ku heman koma çete beriya çend mehan ji heman şêniyan fîdye standibû.

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyek ji gundê Basûtê yê Şêrewa revand.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Xidir dema ji gund ber bi navenda bajarê Efrînê ve ketibû rê, hat revandin.

Hat zanîn ku Mihemed Ehmed Xidir endamê Meclîsa xwecihî ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye damezrandin e.

EFRÎN – REVANDIN
LI NAVÇEYA MABETA 5 SIVÎL HATIN REVANDIN

Li gundê Golîka yê Mabeta jî, 5 sivîl hatin revandin:

Navên wan ev in:

– Mihemed Elî Xelîl Hemo
– Luqman Mihemed Hemo
– Rîfaî Hikmet Ibrahîm Hemo
– Hesen Reşad Hemo
– Fewzî Ebdulqadêr Hemo

Hat zanîn ku ev her 5 kes duh 21 Tebaxê hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

Leave a Reply

Back to top button