Rêveberiya DYE’yê der barê dagirkirina şaredariyên HDP’î de diyar kir, dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Morgan Ortagûs ji çapemeniyê re axivî û got,
Dûrxistina hilbijêran û bicihkirina nehilbijêran li şûna wan timî , cihê fikaran e.”
Ortagûs destnîşan kir ku ew alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û xweşbînî were çareserkirin.
Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pîvana demokrasiyê vê mijarê çareser bike û bi Kurdan re di têkiliya xwe de her tim bi xweşbînî nêzîk bibe.