TRUMP: EGER EWROPA DAIŞ’IYÊN XWE VENEGERÎNE, EM Ê WAN VEGERÎNIN ALMANYA Û FRANSA

Waşinton dîsan hişyariyê dide welatên Ewropayê ku çeteyên xwe yên DAIŞî werbigirin û gefeke nû li wan dixwe.

Serokê Emerîkayê Donald Trump gef li welatên Eweropî xwar ku welatiyên xwe yên DAIŞî werbigirin û got:

Eger hûn wan venegerînin, em ê neçar bimînin wan radestî welatên jê hatine bikin, mîna Almanya û Fransa.

Sibata borî, Trump ji Brîtanya, Fransa, Almanya û hinek welatên din ên Ewropayê xwestibû ku 800 çeteyên xwe yên li Sûriyê hatine girtin, werbigirin.. lê bertek sar hatin.

Serokê Emerîkayê Trump bal kişand ser şerê li Avgansitan û Îraqê ku ew û Rûsya, Pakistan û Îranê jî divê barê şerê DAIŞê hilgirin ser milên xwe.

Ev daxuyanî piştî hişyariyên wezareta derve ya Emerîkayê hat ku hîna metirsiya komên çete li Îraq û Sûriyê heye.

Di şerê li dijî DAIŞê de, çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe bi hezaran radestî hêzên Sûriya Demokratîk kirin.

Ji ber bêdengiya welatên Ewropî der barê vê mijarê de, Birêverberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûrî banga avakirina dadgeha navdewletî kiriye.

Leave a Reply

Back to top button