JI BER FIROTINA KARGEHEKE ÇEKAN BO QETERÊ.. MUXALEFETA TIRKIYÊ LI QADAN BÛ

Hikumeta AKP’ê kargeheke çekan difiroşe artêşeke biyanî.. muxaleft jî bihêrs e.

Ji ber hikumetê kargeheke tankan a wezareta parastinê firot kompaniyeke ku Qeter tê de xwedî para mezin e, fermandarên partiyên muxalefetê yên Tirkî li dijî hikumetê xwepêşandanek li bajarokê Adaparîzî ya girêdayî bajarê Sakarya li dar xist.

Li gorî raporine Tirkî, ev kargeh firotin hêzên çekdar ên Qeterî ku para wan di vê kargehê de bêhtirî 50 ji sedî ye.

Der barê vê de, serokê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu ji rojnamegeran re got:

Kîjan welat kargeheke çekên xwe difiroşe artêşa welatekî biyanî..?

Ji Tirkiyê pê ve ti welatî wilo nekiriye .

Li gorî raporeke Malpera Nordic Monitor a Swêdî, ev rêkeftin bi 20 milyar dolarî ye.

Her wekî ev yek hêrsek li cem sendîka karkerên kargehên parastinê yên Tirkî jî çêkir û diyar kir ku ev rêkeftin pir hestyar e û xwedî encamên pir xerab be.

Leave a Reply

Back to top button