LI AMEDÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKIRINA QEYÛMAN DIDOMIN

by ehmad aseed
162 views
Li dijî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re çalakiyên şermezarkirinê didomin ..
Di vê çarçoveyê de, li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir.
Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin, û li Îzmîrê jî Polîsan êrîşî parêzeran kir û gelek kes hatin binçav kirin.

Piştî hikumeta AKP’ê qeyûm erkdarkirin, ji 19’ê Tebaxê heta niha 4 rojin li Amed Wan û Mêrdînê çalakiyên girseyî tên lidarxistin.

Îro li Amedê girseya ku bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê erkdarkirina qeyûman şermezar kirin.

Girseya di bin dorpêça polîsan de kom bûn, erkdarkirina qeyûman şermezar kirin.

Polîsan bi maşîneyên zirxî, girse dorpêç kirin.

Girseya ku tevlî daxuyaniyê bûn, silogana “Amed vîna me ye” berz kirin.

Girsê piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

BAROYA AMEDÊ WÊ TUNDIYA POLÎSAN BIBE DARAZÊ

Baroya Amedê tundiya polîsan a li dijî welatiyan wê, wê bibe darazê.

Baro wê têkildarî tundiya polîsan a li dijî welatiyan bikar tîne li dozgeriyê serlêdana sûc bike.

POLÎSAN TEMELLÎ Û OZTURK DI RÊ DE RAWESTANDIN

Li aliyê din û di heman çarçoveya şermezarkirina qeyûman de, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk xwestin biçin Wanê.

Lê polîsan li navçeya Tetwanê karwana wan rawestand û destûr nedan ku biçin Wanê.

Li Wanê jî girseya ku ji bo Temellî û Ozturk pêşwazîbike ketin rê, rastî astengiya polîsan hatin.

POLÎSAN LI ÎZMÎRÊ ÊRÎŞÎ PARÊZERAN KIR Û GELEK KES BINÇAV KIRIN

Parêzerên li Îzmîrê jî , bi armanca erkdarkirina qeyûman şermezar bikin li ber Edliyeya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Polîsan destûr nedan û êrîşî parezeran kir.

Polîsan li parêzeran dan û gelek kes binçav kirin.

KOMELEYÊN LI STENBOLÊ QEYÛM ŞERMEZAR KIRIN

Her wiha 13 Komeleyên herêmê yên li Stenbolê bertek nişanî erkdarkiriana qeyûm dan û diyar kirin ku wê li dijî zilmê bi hev re tebikoşin.