Li Minbicê cenazeyê şehîd Horan El Ebid bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê û Hesekê 2 şehîdên xwe bi merasîmên girseyî oxirkirin û soza berdewamkirina xeta şehîdan dan.

Şervanê QSD’ê Horan Ferec El Ebid bi nasnav Seyf Ebû Ferec di şerên berê de birîndar bibû, duh ji ber birînên xwe şehîd bû.

Cenazeyê Seyf Ebû Ferec tevî endamên sazî û partiyan û şêniyên Minbicê hat oxirkirin.

Li goristanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî li dar xist.

Piştre axaftin hatin kirin û kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan da û gotin: “Yên digihêjin şehadetê, ji bo gel û welatê xwe dibin sembol.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê gumrikê Meen El Bedran oxir kirin

Li aliyek din jî bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê Meen El Bedran ê ku 2ʹyê Adarê li ser erka xwe şehîd bûbû, oxirkirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hat gotin: “Şehadeta hevrê Meen nîşaneya domandina berxwedanê ye.”

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kir.

Back to top button