Jinên di têkoşîna azadiyê de şehîd ketin hatin bibîranîn

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jinên li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên cuda li dar xistin.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Jinên Kurdistanê û dostên xwe xebatên xwe didomînin.

Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin û Tevgera Jinên Azad, serdana gorên jinên di têkoşîna azadiyê şehîd bûne yên li Goristana Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê.

Jinan qurnefîl danîn ser goran.

Hêvîdar Ozdemîr: Em 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin

Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ji bo piştevaniya jinên herêma erdhejê kampanyaya ‘Zincîra Jiyana Mor’ dan destpêkirin.

Endama DOM’ê Hêvîdar Ozdemîr diyar kir ku 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin û got: Em di çarçoveya kampanyayê de armanc dikin ku hewcedariyên jinan peyda bikin.

Li heremên erdhejê çalakvanên jin alîkarî belav kirin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Çalakvanên jin ên sazî û rêxistinan, tevî alîkariyên kom kirin çûn navçeya Bazarcix a Mereşê.

Çalakvanan alikariyên ku komkirine belavî li jinên Mexdûr kirin

Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin

Li Wanê jî jin bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Navenda PTT’ê hatin gel hev.

Jinan, bi boneya 8’ê Adarê, ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê û pêdiviyên bingehîn şandin.

Jinan xwestin li pêşiya PTT’ê daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Li Silêmaniyê panelek têkildarî têkoşîna jinên Kurd hat dayîn

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jî têkildarî rojê panelek hate li darxistin.

Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen di panelê de axivî û got: Divê jin di nava şoreşê de pêşengtî ji civakê re bikin.

Berpirsa Peywendiyên Karên Derve yên KJAR’ê Rozerîn Kemanger jî anî ziman ku jin ji bo azadiyê divê têkoşînê mezin bike.

Jinên Binarê Qendîlê bi pîrozbahiyekê 8’ê Adarê pêşwazîkirin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê li gundê Aliye yê Binarê Qendîlê bi boneya 8’ê Adarê pîrozbahiyek li darxistin.

Di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku heta jin azad nebe, ne civak azad dibe ne jî koletî bi dawî dibe.

Li Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê semînerek hat dayîn

Meclisa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê jî di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê de, semînerek li salona konferansê bi tevlîbûna xwendekarên Wargeha Mexmûrê dan.

Li Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê pêşengehek hat vekirin

Wexfa jinan a Wargeha Mexmûrê di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê de, pêşangehekî ya çand û hunerî vekirin.

Her wiha ji aliyê dayîkan ji bo tevayî giyanê şehîdan nan hat çêkirin û dengbêjî gotin.

Back to top button