Dijminahiya Kurdan rastiya faşîzmê nîşan da

Piştî êrişa nîjadperest a li dijî Amedsporê, di raya giştî a Kurdistaniyan de nerazîbûn û bertek bilind bûn. KCDK-E’yê, Partiyên siyasî û saziyên sivîl û Barayon Bakurê Kurdistanê êriş şermezar kirin û gotin; “Êriş di şexsê Amedsporê de li dijî gelê Kurd hate kirin.” Qefîleya Amedsporê ku duh li deplasmana Bursasporê rastî êrişên faşîst hat îro vegeriya Amedê. Li ser banga HDP’ê bi hezaran kes ji bo piştevaniyê bi coşek mezin lîstîkvan pêşwazî kirin.

Di qada sporê de, dibe dimenên wiha pir kêm hatibin dîtin.

Hêrsa nîjadperestiyê, çav tarî kiriye.

Exlaqê sporê dane aliyekî.

Yên li pêşberî xwe jî ne lîstokvan, lê dijmin dibînin.

Ev maça fotballê ya di navbera Amedspor û Bursasporê de, wisan xuya dike wê demek kin neyê jibîrkirin.

Tevî alîgirên xwe, lîstîkvanên Bursasporê bi kîn û nefreteke mezin, qada sporê veguherîn meydana şer.

Bûyerên di maçê de derketin holê, da xuyakirin ev ji êrîşêke nijadî û faşîzmê wêdetir e.

Piştî êrîşa nîjadperest a li dijî Amedsporê, di raya giştî ya Kurdistaniyan de, nerazîbûn û bertek bilind bûn.

14 Baroyên Bakurê Kurdistanê êrişa li dijî Amed sporê şermezar kirin

14 baroyên hiqûqî yên Bakurê Kurdistanê jî li dijî êrişa nîjadî bertek nîşan dan û diyar kir ku êriş di şexsê Amedsporê de li dijî gelê Kurd hate kirin.

Baroyan bangsa cezakirina berpirsan kir.

“Kujerên sala 90’an û ruhê jitemê, ne wê karibin pêşî li Amedsporê bigrin”

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî ku doh bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir, ev yek gotibû: HDP’ê bang li her kesî kiribû ku ji bo piştevaniyê, berê xwe bidin balafirgehê û lîstîkvanan pêşwazî bikin.

Qefîleya Amedsporê ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazîkirin

Qefîleya Amedsporê ku duh li deplasmana Bursasporê rastî êrişên faşîst hat îro vegeriya Amedê.

Li pêşiya Balafirgeha Amedê, li ser banga HDP’ê bi hezaran kes kom bûn.

Hevserokên partiyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kesan qefîle bi dahol û zirneyan pêşwazî kir.

Piştre Qefîle, tevî konvoyeke ji hezaran wesayîtan pêk dihat, ber bi Tesîsên Şeyhmus Ozer ve kete rê.

Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin

Li wir Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Amedê têkildarî êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê, daxuyanî dan û gotin: “Ew bi van kiryaran dixwazin atmosferekî tirsê bidin avakirin û divê em bi hev re li hember xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin rawestin.”

Back to top button