Hejmara qurbanîyên erdhejê 45 hezar û 966 kes in

Di roja 29’emîn a erdhejên Mereşê de hîna jî li gelek deveran hebûna dewletê xuya nake. Li gor bîlançoya dawî ya erdhejê hejmara qurbaniyan gihişt 45 hezar û 968 kesan. HDP’ê li ser xemsariyên deshilata AKP’ê videoyek parvekir û got; hunê hesab bidin.

2 roj din karesata erdheja li Bakurê Kurdistanê meha xwe dadigre.

Heta vê kêliyê jî ji gelek mexdûrên erdhejê re alîkarî nehatiye şandin û dewlet li holê nîne.

Mexdûr di nava şert û mercên xerab de bi alikariyên dilxwazan li ber xwe didin.

Li Mereşê a navenda erdhejê bû seranserî herêmê bagereke mezin rabû û bandoreke neyînî li ser mexdûrên erdhejê kir

Li navenda Bazarcixê ji ber bagerê avahiyên xesar gihiştiyê dihejin û konên mexdûrên erdhejê difirin.

û kesên ku dibin konan de dijîn rojên zehmet derbas dikin.

HDP: Dewlet tune ye

Têkildarî xemsariya dewletê û polîtîkayên dewletê yên li heremên erdhejê partiya Demokratîk a HDP’ê videoyek belav kir

HDP’ê diyar kir ku deshilatdarîya AKP’ê MHP’ê haqaretê li cîvakê dikin û got: “Me nekarî wendahiyên xwe bijmêrin, me kesên ku wenda kirine nekarî ji wan re kefen peyda bikin.

Emê ne êşan ji bîr bikin ne jî serî xwe li hember faşîzmê bitewînin.”

Di peyama HDP’ê de hat gotin, dewlet tune ye û bangên ji bo îstîfakirina hikumetê hate dayîn.

Back to top button