
Li Tirkiyê dema hilbijartinê nêz dibe. Maseya Şeş ling di namzetiya Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu de israr dike. Her çiqasî partiya Îyî ev yek redkiribe jî lê 5 partiyên din yên maseyê li ser vê yekê israr dikin. Tevî gotinên tund yên Seroka Partiya Îyî yê, niha careke din vegeriya li ser maseyê. Tifaqa Ked û Azadiyê ku hemû hêza xwe daye xebatên li herêma erdhejê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokomariyê dicive.
Li Tirkiyê bi nêzbûna hilbijartinê re, pêvajoya aloziya siyasî dijwar bûye.
Êdî alî ji bo diyarkirina nemzetên serokomariyê civînên xwe yên dawî pêk tînin.
Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî a namzetiya serokomar civiya
Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku rojeva wê ya esasî xebatên li herêmên erdhejê ye, li hêla din xebatên hilbijartinê jî temam kir.
HDP’ê, biryara xwe ya dawî ya ji bo namzetiya serokomariyê jî bo piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê hişt.
Li aliyekê tifaqa milet hewil dide, maseya şeş ling biparêze û li aliyê ji bo helwesta partiya Îyî dixwaze çareseriyekê peyda bike.
Piştî Seroka Partiya Îyî Meral Akşener dijberiya xwe ya li ser namzetiya serokomariya serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir alozî derket.
Îmamoglû û yavaş serdana akşener kirin
Akşener, di civîna 12’an a Tifaqa Milet de namzetiya serokomariyê ya Kiliçdaroglû red kir û mase terikand.
Akşener, niha jî îşaretên vegera Maseya Şeşling dida.
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê serdana Akşener kirin.
Îmamoglu û Yevaş têkildarî hevdîtin peyamek weşadin û nîşanên vegera Akşener ya li tifaqa millet da.
Akşener pêşniyar li herdu serokên şaredaran kir ku bibin cîgirê serokomariyê.
Akşener li Maseyê vegeriya
Piştî van hevdîtinan Berdevkê Partiya Îyî ragihand ku Akşener li maseyê vegeriyaye.
Ji bo pêşniyara Akşener ya bo Îmamoglu û Yevaş jî tê payîn hevdîtinek dualî pêk were.
Çavdêrên siyasî dibêjin, ev veger piştî Akşener dît wê derbeke mezin di hilbijartinê de bixwe pêk hatiye.
Her wiha heta amadekirina vê nûçeyê hîna maseya şeş ling namzetê xwe yê serokomariyê bi awayekî fermî diyar nekiribû.