Kobanê-Yekîtiya Jinên Ciwan konferanserk li darxist

Îro li hemû bajar û navçeyên herêmê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakiyên 8’ê Adarê hebûn.

Îro li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê çalakiyên pîrozkirina 8 adarê hebûn.

Di vê çaroveyê de Şêniyên gundewarê Kobanê bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” meşek li dar xist.

Li bajarê Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê Konferansek li darxist.

Di Konferansê de rêxistinbûna jin û xwe avakirin hatin nîqaşkirin.

Perspektîfên rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û senevezyonek derbarê 8’ê Adarê de hat pêşandn.

8 Adarê – li Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan formek li darxist

Yekîtiya Jinên Ciwan formek li bexçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo li dar xist.

Form bi dirûşma ‘ Jin, Jiyan, Azadî bi rêxistinbûyîna jinan ve ber bi jiyana azad ve’ bi tevlîbûna jinên ciwan pêk hat.

Li Zanîngeha Rojava semînera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat lidarxistin

Doh li Zanîngeha Rojava jî semînerek bi sernavê “Jin, Jiyan, Azadî û Şoreşa Gelan” hate lidarxistin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma û Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif li ser dîroka jinên Kurd, qonaxa têkoşîna azadiya jinê û destkeftiyên jinên Kurd de axivîn.

Ji Afganîstan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarbûn pêkhat.

8 Adarê – li Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak û Reqa çalakî hebûn

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi hevkariya şaredariyên gel ên bajarokên Hilwa, Maşûq, Til Marûf û Ebû Firî yên navçeyê, hemleya paqijiyê da destpêkirin.

Hemle dê 2 rojan dewam bike, dê hemû bajarok bên paqijkirin.

Pêşangeha folklorîk ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê duh li Qamişlo ji bo danasîna çanda pêkhateyên herêmê dabû destpêkirin, îro di roja duyemîn de li navçeya Til Hemîsê dewam dike.

Kongra Star li hola Meclisa Navçeya Til Birakê jî derbarê 8’ê Adarê semînerek ji bo mêran li dar xist.

Dawiyê sînevîzyonek li ser hewldan û têkoşîna jinan hat pêşandan.

Meclisa Jinên Sûriyê li hola Şatê û Nehir yên Reqayê civînek li dar xist.

Li Minbicê ji bo 8’ê Adarê çalakî pêk hatin

Li bajarê Minbicê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çalakiyên rengîn tên lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Ciwan yên Minbicê çalakiyeke helbes, çand û huner û pêşbirk pêk anîn.

Her wiha Tevgera Hilala li Minbicê jî pêşengehek karê destan vekir.

Li Şehba û Helebê çalakiyên 8 Adarê

Bi diruşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa Jinê re” Meclîsa Jin a PYD’ê a Efrîn û Şehba panelek li darxist.

Di penelê de kesên axivîn diyar kirin ku ji bo azadiya jin şoreşa Rojava bu bersiva herî mezin.

Her waha Kongra Star a Efrîn û Şehba li seranserî navçe û gundewarên Şehbayê semîner li dar dixe.

Kongra Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi boneya 8’ê Adarê li deriyên têketina her du taxan, 3 pankart daliqandin.

Back to top button