JI BO S-400, WAŞINGTON FIROTINA MOŞEKÊN “PATRIOT” BI DAWÎ KIR

Piştî wergirtina hinek qeflên S-400, Emerîka mijara firotina moşekên patiot ji ser maseyê rakir.

Berpirsekî wezareta derve ya Emerîkî ragihand ku Emerîka nema pergala moşekên “Patriot” difiroşe Enqereyê û got:

Waşington her û her hişyarî da Enqereyê, lê bi ya xwe kir û pergala moşekên S-400 kirî.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê kompaniya “Raytheon” a van moşekan çêdike jî diyar kir ku ev meseleyeke hikumî ye.

Vê dawiyê, gelek nakokî di navbera herdu aliyan de çêbûn, nemaze ji bo mijara S-400.

Waşinton jî her gefên cezabirînê li Tirkiyê dixwar, lê heya piştî hatine hinek qeflên S-400 jî hîna ti ceza lê nebirîne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button