BÊYÎ ŞER, REJÎMÊ BAJAROKÊ KEFER ZÎTA KONTROL KIR

Rejîma Sûrî di pêşketinên xwe yên li ser erdê de berdewam e.
Piştî Xan Şêxûn, rejîmê bajarokê Kefer Zêta yê stratejîk kontrol kir û nêzî nuqteya dewleta Tirk bû.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bêyî ku ti şerî bike, bajarokê Kefer Zêta yê stratejîk li gundewarê Idlibê kontrol kir.

Çavdêriyê diyar kir ku rejîmê bi vê yekê ji dema rawestandina agirbestê, 23 gund û bajarok kontrol kir û nêzî nuqteya ”Çavdêriyê” ya dewleta Tirk a bi navê Murik dibe.

Li aliyekî din rejîmê bi bermîlên teqemeniyê herêmên li bajarê Mi’ert Nu’man bombebaran kir.

Di encam de, di nav de zarokek, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndarbûn.

RÛSYA: DEMA LIDARXISTINA 14’EMÎN DANÛSTANDINÊN ASTANAYÊ HÎN NEDIYAR E

Bi berdewamiya şer re û tevî ku duh dewleta tirk ragihand ku gera 14emîn a danûstandinê Astanayê wê 16 Îlona bê werin lidarxistin, Rûsya ji aliyê xwe ve ragihand ku amadekariyên danûstandinan tên kirin, lê hîna jî dema lidarxistinê nehatiye destnîşankirin.

Leave a Reply

Back to top button