MACRON: EM Û “YE” DÊ LI HEMBER KIRINÊN TIRKIYÊ BÊDENG NEMÎNIN

Fransa û Yekîtiya Ewropayê gefeke nû li dewleta Tirk xwar û dê li hember kirinên wê yên li ava Qibrisê rawestin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yonanê re ji çapemeniyê re axivî û got:

Ji ber kirinên Tirkiyê yên aborî li herêmê, Yonan li hember gelek berhengariyan rû bi rû maye.

Ji lew re, em û Yekîtiya Ewropayê dê li hemberî kirinên Tirkiyê yên li ava Qibrisê bêdeng nemînin.

Serokê dewleta Tirk Erdogan jî bê bersiv nema û got:

“Yekîtiya Ewropayê ya hinek ceza li me biriye, ti ziyanan li me nake, lê belê li wê bixwe dike.

Em ê çalakiyên xwe bi heman şêwayê berê dewam bikin.”

Di nîvê meha borî de, YE rêzecezayên darayî û siyasî li Tirkiyê birîn, lê tevî vê jî Enqere kirinên xwe ranewestandin.

Leave a Reply

Back to top button