
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 79 caran bi çekên giran bombe li qadên gerîla barand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî êrişan wiha ye:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hêzên me dewam dikin.
6’ê Adarê qadên Metîna , qadên Xakurkê her wiha qadên Girê Şehîd Kamûran, qadaên berxwedanê yên Sîda û Çemçoyê rasrî êrişan hatin.
Artêşa Tirk bi obus, hawan û çekên giran 79 caran ev qad bombekirin.”