Ji ber şerê li Ukrayna çekên di depoyên Îngilisttanê de kêm bûne

Welatên rojavayî ji bo serketina Ukrayna beşek ji wan hêza xwe xistiye seferberiyê.
Îngilistan ya ji orja despêkê û heta niha piştevaniyeke xurt dide Kîevê, niha bi metirsiyekê re rûbirû ye.
Di depoyên çekan yên Îngilistanê de, di asteke pir zêde de, çek nemane.
Li alyekî din, Rêveberiya Pekînê îdia dike ku desteke veşartî krîza Ukrayna kurtir dike.

Di nava plansazî û senaryoyên cûda de, şerê li Ukrayna salek li pey xwe hiştiye.

Di demekî ku li rojhilatê Ukrayna şer dijwar dibe de, welatên Rojavayî jî êdî bi metirsiya heî dihesin.

Heta niha piştevaniya zêde ya welatên Ewropa nekariye serketina Ukrayna mîsoger bikin.

Lê niha di depoyên çekên van welatan de jî kêmanî derdikevin.

Îngilistan yek ji van welatane ku êdî ji rastiya heyî agehdar dibe.

Komîteya Parastinê ya Meclisa Avam a Brîtanî li ser rewşê hişyarî da.

Komîteyê diyar kir ku heta astekê metirsîdar cebilxaneyên wan û NATO yê kêm bûne.

Ji bo careke din ev yek mîna berê werin temamkirin pêwistî bi herî kêm 10 salî heye.

Li gorî medyaya Brîtanî, Komîteyê teqez kir ku Brîtanya û hevalbendên din ên NATOyê hiştiye ku rezervên cebilxaneyê dakevin “astên metirsîdar”.

Komîteyê bal kişand ser wê yekê ku awayê peydakirina çekan ji aliyê hikûmetên Rojava ve ‘ne li gorî mebestê ye’.

Komîteyê xwest Wezareta Parastinê plansaziyek çalakiyê amade bike da ku dema pêkanîna tejîkirina depoyên xwe pêk bînin.

Çîn: Destek veşartî krîza Ukrayna dijwar dike

Rêveberiya Pekînê jî di her fersendê de dijberiya xwe ya şerê li Ukrayna tîne ziman.

Her çiqasî Çîn êrişa Rûsya şermezar nake jî lê dixwaze ev şer di zutirîn demê de were bidawîkirin.

Wezareta Karê Derve ya Çînê îdia dike ku di şerê li Ukrayna de, destek veşartî heye ku aloziyê gur dike.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang yê beriya 2 mehan hatî li ser kar, di civîna meclisê ya li paytext Pekînê de axivî.

Di rojeva Gang de tevî peywendiyên li gel Amerîka, aloziya bi Taywan û şerê li Ukrayna jî hebû.

Gang anî ziman ku eger Waşîgnton bi vê rêya dijberiya Çînê de bimeşe wê şer derkeve.

Wezîrê Çînê diyar kir ku heta niha wan ji bo şerê li Ukrayna ti piştevaniyeke çekdarî ya ti aliyekê nekiriye.

Back to top button