Wezîrê Karê Derve yê Qeterê El Sanî, bû serokwezîrê nû yê welat

Serokwezîrê nû yê Qeterê diyar bû.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Muhammed bin Ebdurahman El Sanî wek “Serokwezîrê nû” yê welêt tayîn kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Dadgeha Îmaratê, Mîrê Qeterê Şêx Temîm îstifaya Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxweyî Şêx Xalid bîn Xelîfe bîn Ebdulezîz El Sanî qebûl kir.

Emîrê Qeterê Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve Şêx Muhammed Bin Ebdurahman El Sanî wek serokwezîrê nû destnîşan kir.

Hat diyarkirin ku El-Sanî wê wezîfeya xwe ya Wezîrê Karên Derve bidomîne.

Serokwezîrê nû yê welêt El-Sani bi amadebûna Şêx Temîm Emîrê Qeterê sond xwar û bi fermî dest bi kar kir.

Li Qatarê ku Serokwezîr di heman demê de Wezîrê Karên Hundir e jî, bi vê kabîneya nû cara ewil navên cuda li van wezîfeyan hatin tayînkirin.

Navên din ên di kabîneyê de, 3 wezîrên jin, wezîfeyên xwe parastin.

Serokwezîrê nû yê Qeterê El Sanî 27’ê Çileya 2016’an wek Wezareta Karê Derve û di 15’ê Mijdara 2017’an de jî wek Alîkarê Serokwezîr hat wezîfedarkirin.

Back to top button