Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê serdana Iraqê kir

Balkêşe ku hemwextî nêzbûna salvegeta êrişa Amerîkayê ya li dijî Iraqê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Lloyd Austin serdana Iraqê kir.
Lloyd Austin danê siharê gihişt Iraqê û piştre jî li Bexdayê hevdîtin pêk anî.

Li gorî Reutersê, berpirsekî di nva DYA got ku ev serdan bi mebesta nîşandana pabendbûna Waşîngtonê ji bo domandina hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê ye.

Austin di twîtterê de li ser serdanê got:

“Ez ji bo teyîd kirina Iraqeke ewletir, aram û serwer û hevkarîya stratejî ya Amerîka û Iraqê li virim.”

Berpirsekî payenilin li Pentagonê ji rojnamevanan re got:

“Amerîka eleqeyeke mezin nîşanî hevkariyên stratejîk ên bi hikûmeta Iraqê re dide.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku hemwextî nêz bûna salvegra dagirkirina Iraqê di sala 2003 ve ji aliyê Amerîkarê ve ev hevdîtin pêktê.

Di wê demê de jî Austin fermandarê dawî yê hêzên Amerîkî li Îraqê bû

Tê payîn ku Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Lloyd Austin piştî Bexdayê serdana Hewlêrê bike.

Back to top button