130 Dar li Efrîn hatin birîn

Sûc û kiriyarên dij-mierovî yên li Efrîna dagirkirî li ser dest dewleta Tirk û çeteyên wê, dewam dikin. Çeteyan 130 dar li Efrînê birîn.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên Sultan Mihemed El-fatih 40 dar li ser rêya gundê Badîna yê welatiyê bi navê Hisên Reşîd birîn.

Her wiha 50 dar li nêzî cihê dîrokî yê Nebî Hûrî hatin birîn.

Ew dar jî, milkên welatiyê bi navê Mihemed Osman yê ji Şerayê bû.

Çeteyên El-hemzat jî beriya 10 rojan 40 darên zeytûnan li navçeya Cindirêsê birîn.

Hêjayî gotinê ye, ev dar piştî tên birîn li bazarên herêmên dagirkirî wekî êzing têne firotin, armanc jê jî guhertina demografiya herêma Efrîn e.

Back to top button