Li Şehba jehrîkirina xwedekarên jin hat şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina jehrîkirina xwedekarên jin Komîteya Zarokan a Şilêr daxuyaniyek da. Hate gotin: ” Divê rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin û rê li ber van sûcên dij-mirovî bigrin.

Daxuyanî li dibistana Şehîd Egîd a navçeya Ehdas li Şehbayê hate dayîn.

Mamoste Evîn Dîngilî di daxuyaniya de balkişand ser roja 8’ê Adarê û got: Vê bûyera bi êş rê li ber serhildanên mezin vekir.

Tevî van serhildanan asta zayendperestiya ku derheqê jinan de têkirin kêm nebû.

Berovajî vê bi hemû hêza xwe hewl dan ku vîna jinê biçewisînin.

Her weha bûyera jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê bi roja 8’ê Adarê ve hat girêdan û ev tişt hat ziman:

Bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê zêde bûne.

Li zêdetirî 50 dibistanan û li 21 parêzgehan bûyerên jehrîkirina xwendekaran pêk hatine.

Dawiya daxuyaniyê, bang li aliyên navnetewî û mirovî hate kirin ku rê li ber kiryarên dijmirovî yên li Îranê bigrin.

Back to top button