Sibe wê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê meş werin li dar xistin

8’ê Adarê roja jinên kedkar ên Cîhanê li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Îsal li Bakurê Kurdistanê piraniya çalakiyên 8’ê Adarê ji ber erdhejê, bi rojeva “Piştevaniyê” tê pêşwazîkirin.

Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci diyar kir ku, weke TJA’ê ew bi ruhê piştevaniyê xebatan dimeşînin.

Li milekî din jî, Jin li gelek bajaran amadekariyên meşa 8’ê Adarê dikin.

Di vê çarçoveyê de, Sibe 8’ê Adarê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad TJA’ê li bajarên Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê meş bên lidarxistin.

Ji bo tevlîbûa meşan bang hat kirin.

Li dibistana Rengîn a Silêmaniyê Festîvala Çandî hat lidarxistin

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên 8’ê Adarê hebûn.

Xwendekarên dibîstana keçan ya Rengîn a Silêmaniyê Festîvaleke çanda Kurdî li darxsitin.

Di Festîvalê de gelek berhemên hûnerî û şano bi cil û bergên Kurdî hat nîşan dan.

Her wiha derbarê têkoşîna jinên Kurd li 4 beşên Kurdistanê, şanoyek ji aliyê xwendekaran ve hat pêşkêşkirin.

Ji bo xwendekarên keç li Xurmal pêşbaziya bezê hat lidarxistin

Bi heman boneyê li bajaroka Xurmal a girêdayî Helebceyê ji bo xwendekarên keç pêşbaziya bezê hat lidarxistin.

Di pêşbaziyê de nêzî 100 xwendekarên keç ji 10 dibistanan beşdarî beza 500 metrî bû.

Berpirsa Rêxistina Geşepêdana Medenyet Terze Tariq derbarê pêşbaziyê de axivî û got: Weke rêxistin em piştgirî hemû xûrên çalakiyan ji bi jin, ciwan û zarokan dikin.

Mamostaya werzîşê, Sûmeye Farûq jî diyar kir ku armanca beşdarbûna wan ew e ku zêdetir giringî bidin qada werzîşa zarokan.

Dawiyê, 10 xwendekarên ku pileye yekemîn bi dest xistin bi merasîmekê hatin xelatkirin.

Back to top button