PENTAGON: LIHEVKIRINA ME BI TIRKIYÊ WÊ RÊ LI BER BICHBÛNA TIRKIYÊ LI HERÊMÊ BIGIRE

Wezareta Parastinê ya Emerîkî Pentagon, ragihand ku der barê ” Parastina Ewlehiya Sînor” yê navbera Bakur û rojhilatî Sûrî û Tirkiyê de danûstandin berdewam in. Pentagon got: Qonaxa yekem ji makanîzmeya Parastina ewlehiya Sînor hatiye destpêkirin û ev makanîzme ji bo parastina ewlehiya sînor e û ne ji bo tiştekî bi navê ”Herêma Ewle” ye.

 

5 û 7 vê mehê, navbera Tirkiyê û Emerîkayê de danûstandinên derbarê peydakirina mekanîzmeyekê ji bo parastina ewlehiya sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û Tirkiyê de hat destpêkirin.

Balyozxaneya Emerîka li Enqereyê di dawiya danûstandinan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 3 bendên serekê yên hevdîtinê eşkere kir.

-Pêkanîna tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya ser sînor.

-Avakirina odeyeke çalakiyan a hevbeş li Tirkiyê di zûtirîn dem de.

-Avakirina korîdora aştiyê û ji bo vegera penaberên sûrî ji welatê xwe re ked bê dayîn.

Têkildarî mijarê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon ji malpera El Hura re axivî.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson diyar kir ku danûstandin navbera wan û Tirkiyê de berdewam in û dê ranewestin.

Sean Robertson tekez kir ku lihevkirina wan bi Tirkiyê re wê li ser esasê rêgirtina li ber bicihbûna Tirkiyê li herêmê be û got:

 

PENTAGON: LIHEVKIRINA ME BI TIRKIYÊ RE WÊ RÊ LI BER BICHBÛNA TIRKIYÊ LI HERÊMÊ BIGIRE

Qonaxa destpêkê ji makanîzmeya parastina sînor stratejîk li bakur û û rojhilatî Sûrî dest pê kiriye.

Ev makanîzeme wê li ser qonaxan pêk were û armanc jî ew ku nexşerêyeke liserlihevhatî ji bo parastina ewlehiya sînor were cîbicîkirin.

PENTAGON: JI BO PARASTINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ ‘DEZGEHÊN EWLEHIYÊ’ TÊN AVAKIRIN

Robertson di axaftina xwe de herêma bi navê ”Herêma Ewle” red kir û destnîşan kir ku ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wê ”Dezgehên Ewlehiyê” werin avakirin.

 

PENTAGON: DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê BERDEWAM BE

Robertson bal kişande ser xeteriya vegera çeteyên DAIŞ’ê jî û da xuyakirin ku ”tevî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê bi destê QSD’Ê û Koalsyona Navdewletî, lê hîn jî xeteriya vegera DAIŞ’ê gengaz e û divê têkoşîn li dijî wê berdewam be.”

PENTAGON: VEGERA PENABERÊN SÛRÎ WÊ BI SERPERIŞTIYA EMERÎKAYÊ BE

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson îşaret bi vegera penaberê Sûrî ji bo Sûriyê jî kir û diyar kir ku ”Makanîzemeya Ewlehiya li ser sînor” wê rê li ber vegera penaber veke û ev yek wê bi serperiştiya Emerîkayê be.

Leave a Reply

Back to top button