Pêngava komkirina îmzeyan derbasî qonaxa jimartinê bû

Pêngava komkirina îmzeyan a bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, gihaşt qonaxa jimartinê. Îmzeyên gelên herêmê, ji aliyê Însiyatifa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tên jimartin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordînaya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, pêngava komkirina îzmeyan 22’ê Çileyê dabû destpêkirin.

Pêngav di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de dest pê kiribû.

Ev pêngav bi rêya 30 komîteyên komkirina îmzeyan li tax, bajar, navçe û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê pêk hat.

Di komîteyê de endamên komîn, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hebûn.

Piştî qonaxa komkirina îmzeyan bi dawî bû, komîteyê dest bi jimartina îmzeyan kir.

Piştî jimartinê jî, komîte dê bi daxuyaniyekê hejmara dawîn ragihîne.

Li Kobanê heta niha bêhtirî 124 hezar îmze hatine jimanrtin

Li aliyê din, îro Komîteya Îmzeyan a herêma Firatê derbatê heman mijarê daxuyaniyek da.

Komîteyê eşkere kir ku wan heta niha bêhtirî 124 hezar îmzeyî jimartine.

Back to top button