ŞANEYEKE VEŞARTÎ HERÎ MEZIN YA DAIŞ’Ê LI REQAYÊ HAT GIRTIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi oprasyonek taybet şaneyek veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê girt.

 

Hêzên Ewlekariyê destpêkê cihê şaneya veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê diyar kir.

Piştre bi çalakiyeke bi bandor endamên şaneyê girtin.

Berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku di çalakiyê de hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê girtin û tê de hejmarek jin jî hebûn.

Miqdareke çek wekî klaşînkov, demançe, her wiha pirtûkên girêdayî zihniyeta DAIŞ’ê bi wan re bûn jî hatin desteserkirin.

Li gorî berpirsên hêzên ewlekariyê ev şane ya herî mezin e ku hatiye girtin.

Leave a Reply

Back to top button