Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb Derwîş diyar kir ku êdî Reqa ewle bûye û pêdiviya bajêr bi ciwan û pisporan heye û got: Em bang li hemû ciwanan dikin ku vegerin cih û warê xwe û di avakirina bajarê xwe de cih bigirin.
Mişleb Derwîş diyar kir ku ciwanên bajarê Reqayê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de derketin û got:
Piştî Reqa hat rizgarkirin, êdî dest bi pêvajoya avakirinê hat kirin, ji ber vê yekê li herêmên rizgarkirî rêjeya bêkariyê kêm e.
Ew jî ji ber derfetên ku Meclisa Sivîl a Reqayê pêşkêşî şêniyan dike.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb Derwîş ragihand ku ji roja rizgarkirinê heta îro 764 hezar şênî vegerîn bajêr û ev bang kir:
Em bang li tevahî xelkê xwe yên dervayî Reqa dikin ku vegerin bajarê xwe û beşdarî jinûve-avakirinê bibin.
Hêjayî bi bîraxistinê ye ku Bajarê Reqayê 2017’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.