LI STANBOLÊ, 8 ENDAM Û RÊVEBERÊN HDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Li Bakurê Kurdistanê operasyona qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP’ê piştî dagirkirina şaredariyan berfireh dibe. Li Stenbolê 8 HDP’îyî hatine bincavkirin.

 

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk avêtin ser malên Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Pendîk, Bayrampaşa û Beşîktaşê yên Stenbolê.

Di serdegirtinan de Hevserokên HDP’ê yên Pendîk û Bayrampaşayê hatin binçavkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Beşîktaşê jî ji ber ku ne li malê bû nehate binçavkirin.

Tê gotin ku polîsên Tirk her wiha avêtin ser malên rêveberên HDP’e yên Stenbolê.

 

LI AMEDÊ 3 Û LI MÊRDÎNÊ 5 ROJNAMEGER DI BIN ÇAVAN DE NE

Li Amedê jî 3 rojnamegerên ku 19’ê tebaxê hatin binçavkirin ev 5 roj in di bin çavan de tên girtin.

Her wiha li Mêrdînê 20’ê Tebaxê 5 rojmanevan hatin binçavkiirn û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin.

Leave a Reply

Back to top button