Li Pakistanê çalakiyên 8’ê Adarê

Li seranserê cîhanê jî 8’ê Adarê bi çalakiyên cuda hatin pêşwazîkirin. Li parzemîna Asya jinan zextên û binpêkirin şermezar kirin. Li Ewropa jî jin li qadan bûn.

Li Pakistanê jinana ji bo parastina mafê xwe li qadan bûn.

Bi sedan jinên li Pakistanê li qadan bûn.

Li bajarê Lahor û paytext Îslamabad jinan bi yek dengî daxwaza mafê xwe kirin.

Jinan di nava dorpêça polîsan de çalakiya xwe pêk anîn.

Li Efxanistanê jinan biryarên Tevgera Talîbanê şermezar kirin

Li Efxanistanê jinan careke din li dijî tevgera Talîbanê rabûn.

Li paytext Kabûl di demekî ku zanîngeh despêkirin de, xwedekarên keç li ber derî man.

Bi boneya 8’ê Adarê bêtirî deh jinan bi çalakiyekê ev yek şermezar kirin.

Jinên li Endonezyayê di 8’ê Adarê de daxwaza mafê xwe kirin

Li Endonezya jî jin li ber parlamentoya welat kom bûn.

Jinan pankart hildan û bang li parlamenteran kirin ku pêşnûmeqanûna ji bo parastina kedkarên malê tê hêvîkirin derbas bikin.

Li Fransa bi hezaran jin bo 8’ê Adarê li qadan bûn

Li parzemîna Ewropa jî 8’ê Adarê bi çalakiyên cûda hate pîrozkirin.

Li Fransa bi hezaran kes li paytext Parîs û bajarê Marsîlya li qadan bûn.

Back to top button