REJÎMÊ BEJAHIYA BAKURÊ HEMAYÊ BI GIŞTÎ KONTROL KIR

Hêzên rejîmê hemû bajarok û gundên bejahiya bakurê Hemayê kontrol kirin.
Bi vê yekê rejîm heta niha 30 herêm bi desteka Rûsya kontrol kir.
Ne tenê wiha, lê belê bi kontrolkirina rejîmê ji van herêman re nuqteyên dewleta Tirk jî tên dorpêçkirin herî dawî, noqteya çavdêriyê ya 9`an li bajarokê Moirk hat dorpêçkirin.

Roj bi roj rejîma Sûrî dorpêçiyê li derdora çeteyên dewleta Tirk tengtir dike.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, got hêzên rejîmê hemû gund û bajarokên bejahiya bakurê Hemayê bi kontrolkriina bajaroka Morik, kontorl kirin.

Îro vê sibê jî Keferzêta kontrol kir.

Bi vî awayî rejîmê ji sala 2012`an ve cara yekemîne ku bejahiya bakurê Hemayê kontrol dike.

Bi kontrolkirina rejîmê ji van herêman re , nuqteyên dewleta Tirk jî tên dorpêçkirin.

Piştî ku rejîmê bajarokê Morik kontrol kir, êdî çarenûsa noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li Morikê ne diyar e.

REJÎM ‘NUQTEYA ÇAVDÊRIYÊ’ YA DEWLETA TIRK LI MORIK DORPÊÇ DIKE

Bi kontrolkirina rejîmê li ser Morikê, rejîmê ji destpêka têkçûna agirbestê 15`ê Tebaxê, 30 herêm bi desteka Rûsya kontrol kirin.

Di demên dawî de, Rûsya danûstandinên leşkerî bi aliyê Tirkiyê re der barê rewşa Idlibê de pêk anî.

lê encamên van danûstandinan girtî man.

Têkildarî mijarê Rojnemeya Şerq El-Ewset behsa agahiyên hatine belavkirin der barê daxwaza Tirkiyê di mayîna nuqteyên çavdêriyê li Bakur û Rojavayê Xan Şêxûn li hember vekirina rêya Şam-Heleb a navneteweyî, kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku Moskov texmîn dike nîşaneyên nû ji nexşeya “Herêma bêçek” li Idlibê re deyîne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button