ARTÊŞA DEWLETA TIRK SIVÎLEK LI SER SÎNORÊ IDLIBÊ KUŞT

Binpêkirin û armancgirtina sivîlan ji aliyê artêşa dewleta Tirk li ser sînor Sûriyê-Tirkiyê berdewam in.
Li gundewarê Idlibê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiye cendirmeyên dewleta Tirk sivîlek kir armanc û kuşt.

 

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov cendiremyên artêşa dewleta Tirk li gundewarê rojavayê Idlibê ciwanek gulebaran kir û kuşt.

Çavdêriyê diyar kir ku ciwan ji gundê El-Hemiye ye û dema dixwest sînor derbas bike, rastî gulebarana cendirmeyên artêşa Tirk hat.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ji sala 2011an ve 431 sivîlên Sûrî bi guleyên artêşa dewleta Tirk li ser sînor jiyana xwe ji dest dane.

Di nav de 77 zarok û 40 jin hene.

 

Leave a Reply

Back to top button