ÇALAKIYÊN LI DIJÎ QEYÛMAN DI ROJA 5’AN DE DIDOMIN

Piştî erkdarkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê 5 roj in bênavber çalakî didomin.
HDP’ê îro jî li Amedê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û got;
“erkdarkirina qeyûman sûcekî plankirî ye. AKP bûye partiya darbeyan.
Tevî çalakiya li Amedê, Wekîlên HDP’ê li Wanê jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li Izmîr û Enqereyê jî sazî û rêxistinan li dijî qeyûman bertek nîşan dan.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi armanca erkdarkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar bike di roja 5’an de çalakiyên xwe berdewam kir.

HDP’ê îro jî di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bertek nîşanî erkdarkirina qeyûm da û got;

“erkdarikirina qeyûman sûcekî bi plankirî ye.

AKP’ê ya ku got ‘Em li dijî darbeyan in” êdî bûye partiya darbeyan. ”

WEKÎLÊN HDP’Ê LI WANÊ DEST BI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIR

Wekîlên HDP’ê li Wanê jî li dijî dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

HDP’i li ser Rêya Cûmhûryetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsan rê nedan ku endamên çapemeniyê nêzîkî çalakiya rûniştinê bibin.

Di dema çalakiyê de balafirên keşfê li ser wekîlan re geriya.

LI ÎZMÎRÊ 37 RÊXISTIN LI DIJÎ QEYÛMAN DAXUYANÎ DA

Li Îzmirê 37 rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî erkdarkirna qeyûm a 3 Şaredariyên HDP’ê daxuyaniya hevpar dan û erkdarkirana wan şermezar kirin .

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de gotin:

“Em van pêkaninên ku bingeha demokrasiyê ji holê radike qebûl nakin.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî li dijî erkdarkirian qeyûman bertekên xwe anîn ziman û gotin:

“Wê qeyûm biçin û hilbijêr werin.”

.

Leave a Reply

Back to top button