Salvegera 34. a koça dawî ya Mihemed Şêxo

Hunermendan bi hunera xwe parastina çand û hunera gel kiriye.
Mihemed Şêxo mînaka herî hêja ya vê yekê ye.
Îro 34 sal di ser wefata Şêxo re derbas dibin..
Bavê felek li ser gora xwe ji aliyê yekîtiya hûnermedan ve hate bibîranîn

34 sal in ev gor bêdeng e ,lê deng û awazên xwediyê wê her li ber guhan e.

Ev gor a Hûnermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo ye.

Hunermend Mihemed Şêxo sala 1948’an li li gundê Xecokê yê Qamişloyê çavê xwe li dinyayê vekir.

Di salên destpêkê yên temenê xwe de bi stran û mûzîka kurdî re mijûl dibe.

Wî bi rêka deng û tembûra xwe hewil dida dengê kurdan vede.

Û heta dawiya jiyana xwe jî li ser vê hunerê ma û karîbû dewam bike.

Ji ber vê xebata xwe, rejîma baas çendîn caran ew girt û êşkence kir.

Ji ber qedexeya stranên kurdî li Sûriyê di sala 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê.

Êdî dengê Bavê Felek li her derê belav ûpiştî ku ji Beyrûdê vedigere, yekem albûma xwe li Şamê tomar dike.

Tevî zext û êşkenceyan Bavê Felek ji hûnera xwe venagere û bi giştî 14 kasetan tomar dike.

Piştî Jiyaneke Tijî huner û xebat, Mihemed Şêxo di sala 1989’an de, li Qamişloyê Koça dawî dike.

Yekîtiya Hunermendan li ser gora Bavê Felek wî bibîr anîn

Mihemed Şêxo ku bûye sembola kurdan îro di salvegera 34’emîn a koça wî de, li ser gora wî ji aliyê Yekîtiya Hûnermendan, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Hemû hezkiriyên wî ve hat bibîra anîn. 00055 vê dîmenê karbîne

Birayê Mihemed Şêxo Baha Şêxo bixêrhatina hunermendan kir û hunermendan bi stranên Mihemed Şêxo awaza wî careke din zindî kir.

Hunermend Sefqan Orkêş li ser gorê axivî û diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi ked, awaz û dengê xwe bûye nimûneyeke cîhanî ji bo gelê Kurd.

Back to top button