Amadekariyên Mîhrecana Yekta Herekol dest pê kirin

Komîna Şanoyê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcnaa Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê Şeşemîn dikin.

Mîhrîcan di 27`ê Adarê de li Qamişloyê wê bê lidarxistin.

Mîhrîcan her sal ji bo birînanîna şanogerê Kurd şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) tê lidarxistin.

Têkildarî mijarê, endamê Komîna Şanoyê ya Herêma Cizîrê Ednan Mistefa axivî..

Ednan Mistefa diyar kir ku mîhrîcan sala borî ji ber Koronayê, şert û mercên siyasî û êrişan nehat lidarxistin û got:

“Armanc hişyarkirin û perwerdekirina gel, balkişandina ser pirsgirêkên civakî yên li herêmê ye.”

Di 5 salên berê yên mîhrîcanê de komên şanoyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê beşdar dibûn..

Lê îsal rêya beşdarbûnê li pêşiya komên şanoyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî vekiriye.

Hejmara rojên mîhrîcanê dê li gorî hejmara lîstikan were diyarkirin.

Back to top button