YPJ’Ê NASNAMEYA ŞERVANEKE XWE EŞKERE KIR

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin nasnameya şervaneke xwe ku di 21’ê Tebaxê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya YPJ’ê têkildarî şehadeta şervana xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got,

Hevala me Zîn, di temenekî ciwan de berê xwe da nava refên têkoşînê.

Kesayeta xwe bi nirxên şoreşê re ava kir.

Bi fedakarî û rihê xwe yê ciwan, bû yek ji evîndarên welatê xwe.

Heval Zîn 21’ê Tebaxê di encama qezayekê tirafê de şehîd bû.

Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniy xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Hêvîdar Beşar bi nasnav Zîn Şoreş, li Serê Kniyê ji dayik bûye, 21’ê Tebaxa 2019’an li Serê Kniyê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button