ÎHD: ÇARESERÎ BERSIVDAYÎNA BANGA OCALAN E

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar ku erkdarkirina qeyûman bû sedema hêrsek mezin. Ev ne çareserî ye. Çareserî bersîvdayîna banga Rêber Ocalan e.”

 

Turkdogan, erkdarkirina qeyûman weke “Desteserkirina şaredariyan” pênase kir û wiha got:

Kiryarên bi vê rengî ne rewa û ne zagoni ye.

Hikumet hewl dide bi vê rengî vîna gel desteser bike.

Bila her kes bizanibe, bê demokrasî çareserî li Tirkiyê ne pêkane.

Turkdogan, bal kişand ser banga Rêber Ocalan a ji bo çareseriyê jî û wiha bi dawî kir:

Hemû welatên demokratîk, hemû nakokî û aloziyên nijadî, bawerî û nijadî di nava xwe de çareser dikin.

Bi paşeroja xwe re rû bi rû dimînin û demokratîk dibin.

Ji ber vê yekê divê Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bersîvê bidin banga Ocalan.

 

 

Leave a Reply

Back to top button