Hêzên hikûmetê gundewarê rojavayî Helebê topbaran kir di encamê de çeteyek hate kuştin û 5 sivîl birîndar bûn. Li çolistana Helebê jî Çeteyên DAIŞ’ê êrişî kesên ku li kîvkaran digeriyan kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 26 kes jî hatin revandin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topban nuqeteyên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin.
Hêzên hikûmetê jî, bi heman rengê bersiva êrişê da û nuqeteyên çeteyan yên li heman deverê topbaran kir.
Di encama êrişa hêzên hikûmetê de, çeteyekî Heyet Tehrîr El-Şam hate kuştin û 5 sivîl di nav de jinek birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ ê li çolistana Helebê 3 kes kuştin û 26 kes revandin
Her wiha çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Helebê nêzîkî 30 kes ku li kîvkaran digeriyan girtin.
Çeteyan 3 kes kuştin û 26 kes revandin û birin cihekî nediyar.
Heta niha derbarê çarenûsa kesên ku hatine revandin tu agahî nehatiye zelelkirin.