Kongra Star: Divê têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bidome

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî serhildana12’ê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyek da û diyar kir ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike.

Kongra Star bi boneya 19`emîn serhildana Komkujiya Qamişlo ya 12`ê Adara 2004`an, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rojavayê Kurdistanê bi kedên mezin û berxwedanên bêhempa li hemberî hişmendiyên serdest û zordest sekiniye.

Her çendî gelek bûyer û şêwazên zilmê jî hatine bikaranîn, lê belê bîr û baweriya bi azadiya gelan ji her demê zêdetir ew bi ser ketiye.

Kongra Star di dewama daxuyaniyê anî ziman ku serhildan sînorên tirs û koletiyê di dilê gelê Kurd de şikand, belavî hemû cîhanê bû.

Rejîma Sûriyê heta niha jî mafên Kurdan paşguh dike û hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re red dike.

Wek gelekî azadîxwaz divê em heta bidestxistina azadî û demokrasiyê li welatê xwe li pey doza xwe bin.

Back to top button