Li Marata amadekariyên avakirina mêtingeheke nû tê kirin

Hovîtiya ku bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê li ser destê çeteytên dewleta Tirk dewam dikin. Çeteyan 145 dar birîn û li gundê Marata hazrtiyê avakirina mêtingeheke nû tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê binpêkirinên li warê zeytûnê didomînin.

Bi armanca guhertina demografiya wê jî dar dibirin û mêtingehan ava dikin.

Efrîn POST ragihand ku Komelgeha ‘Eleyş Bîkerama’ ya Filstînî li ser malpera xwe ya fêsbook biryara avakirina mêtingeheke nû parve kiriye.

Hate diyarkirin wê ev mêtingeh li gundê Marata were avakirin.

Zêdetirî 145 dar li gundê Korka yê Cindirêsê hatin birî

Li aliyekî din jî çeteyên Elhemzat li gundê Korka zêdetirî 145 dar birîn.

Li gorî agahiyan beşek ji van daran ji kokê ve hatine birîn.

Ava gola Meydankê kêm dibe

Li gorî wêneyên ku li ser malperên medya dijîtal jî hatine parvekirin, diyar dibe ku ji ber girtina ava çemê Efrînê ava gola Meydankê pir kêm bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî çeteyên Sultam Mûrad zêdetirî 17 hezar darên li hewîrdora golê birîn.

Dizî û talankirina Efrîna dagirkirî

Her wiha li gorî ajansa ANHA’yê ku ew jî dispêre çavkaniyeke taybet ji Efrînê da zanîn ku çeteyên Eherar Elşerqiyê hesinên pira Heşargê ya di navbera Raco û Meydan Ekbesê de ku li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê ye vekirin.

Hate diyarkirin ku piştî çeteyan hesinên pirê û yên trênê vekirin, birin navendên xwe da ku piştre veguhêzin Tirkiyê.

Ev kiryarên ku têne kirin li ber çavên Cîhanê tevî dibin, lê mixabin tu alî deng ji xwe nayne.

Dagirker malên Efrîniyan didin bi kirê

Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin, çeteyên Sultan Osman û Hemze yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xaniyên niştecihên resen bi kirê didin kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin.

Çete bi rêya girêbesta yê di navbera xwe û kesên ku ji derveyê Efrînê hatine de xaniyan didin bi kirê.

Back to top button