Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, PYD`ê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê daxwiyanî dan.
Aliyan diyar kir ku 12’ê Adarê dîwarê tirsê şikand.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û got:
Çirûska Serhildana 12’ê Adarê peyameke zelal ji gelê serhildêr ên dijî zilm û zorê û siyaseta tunekirinê bû..
Rûyê rastî yê pergalên zordest bi saya vê serhildanê xuya bû û gel dîwarê tirsê şikand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana Qamişlo dîwarê tirsê yê li pêşiya gelê Sûriyê şikand û got:
“Serhildan çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû..”