Şandeyek Belçîkayê rewşa stasyona avê û kampa Waşûkanî şopand

Şandeyeke şaredariyên bajarên Belçîkayê serdana stasyonên avê yên Hesekê, Kampa Weşûkanî ya koçberên Serêkaniyê kir.

Şandeya Belçîkayê bi armanca şopandina rewşa herêmê, 8`ê Adarê gihaşt Rojava .

Dê kar û xebatên şaredariyan, meclisan, saziyên çandiniyê û rewşa jinan bişopîne.

Şandeyê duh serdana Stasyona Heme ya avê ya li bajarokê Tiwêna û Stasyona Xabûr kir û rewşa avê ya herêmê şopand.

Piştî wê, şandeyê serdana Kampa Weşûkanî ya koçberên Serêkaniyê kir û bi hevserokê kampê re civiya.

Koçberan jî daxwaz kir ku ew vegerin warên xwe û dagirkeran ji warên wan derxin.

Di vê çarçoveyê de, şaredarê Şaredariya Leuvenê David Dessers axivî..

David Dessers diyar kir ku ew hatine vir ji bo ku ew rewşê di pratîkê de bibînin û got:

“Em bi hemû rêbazan hewl didin ku di navbera Rojava û Belçîka û rêxistinan de de piştevaniyê xurt bikin.”

Di vê dawiyê de erdhej jî li herêmê çêbû ku di encamê de koçberî hebû me rewşa kampan jî dît. ”

Dessers tekez kir ku divê dema em vegerin Ewropayê di vî warî de hewldanên xwe bikin..

Back to top button