LI IDLIBÊ DE HERÎ KÊM 2 KES HATIN KUŞTIN, 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Şerê li başûrê Idlibê bi dijwariya xwe didome. Li gel êrîşên ezmanî ji aliyê balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsyayê, şer û pevçûn û topbarana li ser erdê ranewestiye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku bombebarana li gundewarên herêma Mieret Numan dewam dike.

Çavdêriyê got ku balafirên rêjîmê 61 êrîş pêk anîne, êrîş bi taybetî li gundên Temeni’a, Circenaz, el-Mozê û Kefer Sejna bû.

Her wiha balafirên Rûsî jî 28 caran li ezmanan geriyan û herêm bombebaran kir.

Li ser erdê jî, hêzên bejahî yên rêjîma Sûrî 815 top avêtin herêmên başûr û başûr-rojhilatê Idlibê.

Li aliyê din, komên çete yên dewleta Tirk taxên rojavayî Helebê dan ber top û moşekan.

Têkildarî mijarê, li navenda bajarê Idlibê danê nîvro siwareyek teqiya.

Siware li taxa el-Qisûr a navenda bajarê Idlibê pêk hat û di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin 6 jî birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button