QSD: MECLISÊN LEŞKERÎ YÊN GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ LI SER SÎNOR ŞÛNA YPG Û YPJ DIGRIN

Ji Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku, ji bo herêm parastî bimîne, wê hêzên wan asta perwerdeya xwe bêhtir bikin..
Her wiha ji fermandarên QSD’ê Hesen Qamişlo diyar kir meclisên leşkerî yên bajaran divê îro bi kûrahiya 5 KM li Serê Kaniyê û Girê Spî bikevin şûna YPG/YPJ’ê.

 

NEWROZ EHMED:JI BO VÊ PÊVAJOYÊ WÊ HÊZÊN ME XWE BÊHTIR PERWERDE BIKIN

Newroz Ehmed endama fermandariya QSD’ê li ser navê YPJ’ê axaftinek di civîna QSD’ê de kir..

Newroz Ehmed diyar kir ku, piştî têkoşîna 8 salan a li dijî terorê, êdî derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê dibin û YPJ’ê wê roleke mezintir tê de bilîze.

Fermandara YPJ’ê destnîşan kir ku, di vê pêvajoyê de wê hêzên wan xwe bêhtir perwerde û profesyoneltir bikin da ku bikaribin di Sûriyeke demokratîk de bijîn..

HESEN QAMIŞLO: MECLISÊN LEŞKERÎ YÊN GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ LI SER SÎNOR ŞÛNA YPG Û YPJ DIGRIN

Di heman civînê de, ji fermandarên QSD’ê Hesen Qamişlo behsa mijara çawaniya parastina sînor jî kir û da zanîn ku divê ji îro şûnde, meclisên leşkerî yên ku hatine avakirin, li şûna YPG/YPJ`ê li ser sînor bi cih bibin.

Hesen Qamişlo her wiha got, wê bi kûrahiya 5 km meclisên leşkerî yên bajaran li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê bikevin dewreyê.

 

Leave a Reply

Back to top button