Li Îranê ji ber jehrkirina komî 100 kes hatin binçavkirin

Heta niha li 238 dibistananên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêtirî 5 hezar xwendekar hatine jehrîkirin.
Deshilata Tehranê jî îdia dike ku wan bêtirî 100 kesên ku dixwazan li nava gel tirsê çêbikin binçav kiriye.Ji ber bûyera jehrîkirinê rewşa 2 xwendekaran giran e.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûyerên jehrîkirina xwendekarên keç, dawî lê nayê.

Jehrîkirina xwendekaran weke bombeyekê ketiye rojava welat.

Hat zanîn ku 7’ê Adarê li Dibistana Amadeyî ya Keçan a Baasê a ku girêdayî navçeya Receb ya parezgeha Dalaho ye, gelek xwendekarên keç bi gazê jehrî bûne.

Xwendekarên jehrî bûn rakirin Nexweşxaneya Sarpol Zehabê.

Ji ber bandora zêde ya gazê, 2 xwendekarên bi navên Samane Husênî û Gîta Ezîmî rewşa wan giran e.

Wezareta Hindirîn ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku bêtirî 100 kes bi gumana jehrkirina komî li dibistanan hatine binçavkirin û wiha hate gotin:

Kesên hatine binçavkirin kesên bi ‘armanca dijminatiyê’ ne û hewl didin di nava gel de tirsê bafirînin.

Heta niha li 238 dibistanan bêtirî 5 hezar xwendekar bi jehrê ketine.

Her wiha di1’ê Adarê da Wezîrê Karên Hindirîn Ehmed Vahîdî, Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Hatîb û Wezîrê Tenduristiyê Behram Aynullahî ji bo lêkolînkirina bûyera jehrîkirinê hatibûn erkdarkirin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe ya di 3’ê Adarê de gotibû:

Berpirsyarê jehrkirina xwedekarên keç dijminên Îranê ne.

Bi pêşketina welat re dijminatîjî zêde bûye.

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney piştî zêdebûna fikaran ya di nav civakê de, 6’ê Adarê de daxuyaniyek da.

Xameneyî diyar kir ku ew ê sûcdaran bi cezayê darvekirinê bên darizandin.

Di vê çarçoveyê de, li 5 eyaletan gelek kes hatine binçavkirin.

Li dijî astengekirina bûyeran xwendekar û mamosteyan li hin bajarên welêt bi xwepêşandanan rewşa heyî şermezar dikin.

Back to top button