Agirê destpêkê yê Newrozê ya li Ewropayê li Berlînê gur bû

Agirê destpêkê yê Newrozê yê li Ewropayê, li paytexta Elmanya Berlînê gur bû.
Newroz ji aliyê hezaran Kurdistanî û dostên xwe ve bi girseyî hate pîrozkirin

Li bajarê Berlînê ya Elmenyayê agirê yekem yê Newrozê hate pêxistin.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Dostên Kurd jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin.

Li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev Newroz ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.

Ji Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk Îlham Ehmed jî beşdarî pîrozbahiyê bû û axaftin kir.

Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat vêxistin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Back to top button