HPG: Heremên Parastina Medya 23 caran hatin bombe kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyarkir artêşa Tirk a dagirker 23 caran ji bejahî û hewayî ve bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser hêzên me yên di pozîsyona heyî de ne, dewam dike.

Herêmên Parastinê yên Medyayê 23 caran ji aliyê dagirkeran ve hate bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

10’ê Adarê qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11’ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 21 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button